Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
-I- Gulîstana li ser dêmê xakê neqişandî ! Buhişta Xwedê ! Xaka şêx A.Selam, şêx Mehmûdê Hefîd û Barzaniyê nemir !… Helbesta Nalî, Goran û Bêkes ! Axîna Nalbend Salih Elyûsifî û Enwerê Mayî !… Xaka pîroz ! Peristgeha pêşmergên qehreman Peristgeha evîndarên Kurdayetiyê ! Dergehê dinyê ! Dergehê min Ji derbasbûna heyamê Jîn û evînê re.. -II- Bîra dîrokê ! Ey peristgeha Laleş Peristgeha çarstûn çarmû û Efsaneya Gilgamiş… Ji kû destpêbikim Ji çiyayê Pîremegrûn, Metîn û Gara..? Ji geliyê Elî beg û Baziyan..? çawa bêrîkirina xwe Ji te re şirove bikim? Ev bêrîkirin, his û hestên ku dawî Ji wan re nîne… Gelo ! Xwe bikim baranek buharî û Dêmê teyî çiyayî Ji nakokî û berberiyê Bişom Ta ku karibim Xwe di nav Xaka teyî pîroz de Bigevizim û Ramûsim… -III- Buhişta Xwedê ! Başûrê pîroz ! Heger rojekê Ez hatim nav xaka te Bi hêvîme; Di nav aştî û demokratiyê de Bême pêçan Wek nûnerekî Evîndaran xwe bibînim Na, na ez nûnerê Evîndaran bi xwe me Ez nûnerê Evîndarên xaka te me Ez xumxuma Ava çemên te me Ez sirûdeke Kurdayetiya bi deng im Roja ku ez bême ser xaka te Bi hêvîme Kurd di zindanên Kurdan de Ne dîlkirî bin Berx têr şîr bin Nêrgiz di beyaran de Ne çilmisî bin.. û baweriya min Bi weha hêvî mezine Ji ber ku ez pişterastim Ji xelkên te yên ku mirovin û ew bawerî Pir mezine, pir mezine. Gulistana Xwedê ! Tu çaktirîn cihe di gerdûnê de Xwedê hez te kiriye û Tu kiriye Cihê bê cihan Warê bê waran û Dawî tu bûyî Dergehê min Ji derbasbûna heyamê Jîn û evînê, erê jîn û evînê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz