Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Doda! Tu hebûn û nebûna minî Tu ji hiş, bîr û Xeyala min dernayê çendî bi dûr kevim, Nêzîk bibim, Herim û bêm… çendî bûyer û serborî Bi ser min de bibarin Her tu ji hiş û xeyala min Nayê der ? ? ? Doda ! çendî ez bêriya wan Rojên biçûkaniya xwe Dikim û Her dem û gav Di hiş û xeyala min de Hilgirtîne… Di nav pêlên ramanên Min de Diçin û tên… Di nav toz û tirabêlka (Deşta Mêrdînê)de Li ber ba dibin û Dilîzin ? ? ? Doda ! Min Di nav xaka te de Zîl daye, şîn bûme û Bi ser lingan ketime… Di nav tarên te de Fêrî: Yadê, yabo, nan, av û xwê bûme û Sal di pey salê re Bûme xwedî bejn û bal… Li ser bênderên te Hînî strana: (Derwêşê Evdî) û (Bavê Seyro) Bûme… û pêre pêre jî Mirina kirêt û megrûdî Gelek ji dost, heval û xizmên min Ji ber çavan revandine… Erê Doda ! îro, ez ji pişt dîwarê dîrokê çavên xwe li te digerînim û Hewl didim xwe ku Cihekî ji te re Di nav rûpelên dîrokê de Bibînim û Baranê bi ser te de bibarînim Erê Doda ! Na rawestim Ta ku ez baranê bi ser te de Ne barînim Ne barînim ? ? ? *Doda: Gundê ku Xwedê Konê Reş lê daye, li ser tixûbê Serxet û binxetê dikeve, di navbera Qamişlo û Amûdê, Mêrdîn û Nisêbînê de.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz