Konê Reş
Konê Reş
2 görüntülenme
0 beğeni
Dotmamê !
Roj baş, şev xweş
Ne cefile;
Ez evîndarim
Evîndarim û
Gazinan ji tu tiştî nakim
Tu tiştî ji te venaşêrim
Dibe ku hin caran
Zarokên min
Serê min di êşînin
Yê nesax û bawî
Min di westîne
Xwendekara zangoyê
Pera di revîne
Ya berzewac û kebaniya malê
Dirav jêre mizaxtîne
Herdûyên mayî
Bi gazin û lomene, dibêjin:
Em sêwîne..
Dotmamê!
Necefile, ez tu tiştî
Ji te venaşêrim û
Gazinan ji tu tiştî nakim
Ez evîndarim, evîndar.
? ? ?
Dotê !
Gazinên min nînin û
Veşartiyên min jî nînin
Dibe ku hin caran
Pîj, kelem û asteng
Li pêşiya min têne danîn
Hin dost û heval
Pesnê nûçeyên minî serketî
Didin û
Kêm caran, na û ne carekê
Min xwe binketî nedîtiye
Ji carekê tenê pêve
Heger tu zanî ew kîjan care?!
Ew car ev hezkirina minî te ye
Dotmamê !
Tiştekî ji te venaşêrim
Ez hez te dikim
Ez evîndarê te me
Heger veşartiyên min hebin
Bêguman ev hezkirina minî te ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Konê Reş şiirlerine dön