Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
welato! Di nav çar dîwaran de helkihelka mine bîna min teng dibe çavên min dikin ji serê min derkevin dikim bi fetisim dîn bibim dîn ! ser çi ber çi nizanim nizanim ! gelo ! Ji gilî gazin û perwerdekirina zarokên mine ! Ji guhdariya radyo û temaşekirina TV yên cîhanê ye ! Ji sehkirina nûçeyên şerê birakujî û naxweyiya gelê mine ! nizanim nizanim Tiştê ku ez zanim; Tayekê ez girtime sawekê ez hilanîme û tirsekê ez girêdame… Welato ! Di nav çar dîwaran de di vî xanîkê bê deng de ne xew li çavên min dibe mêvan ne jî bêhinvedan ji canê min re dibe mazûvan Bi tenê di nav kovar û rojnameyên bakur û başûr de winda bûme… çêr dijûm û siqêfan sehdikim… û pêre pêre tirsa welatê Mezopotamya min dûr dibe… giyanê min ji bedenê bi dûr dixe… zarokên min dûrî min dibe û êdî nema; şoreşgeriya stranên şIVAN Xemgînîya dengê MEHEMED şÊXO û kubariya awazên SEîD YûSIF bi min xweştên êdî nema bi min xweştên … Welato ! çar dîwaran ez hembêz kirime ez girêdame xal ap û pismamên min di girtîgeh û mişextîyan de li ber deriyane… Hong Kong piştî 156 salan bê ceng û şer va li maka xwe dibane û em gelê Kurd tevî hewidan û helwestên bêrawestan bi tenê em bi zimanê dê û bavê xwe Kurd mane ! lê mixabin û sed mixabin ku roja îro ji 30_40 melyon Kurd dor nêvî bi wî zimanî na axifin çêtirîn pirtûk sê sed dane jê nayê firotin…! Welato ! tevî guhên van dîwaran û berxwedanên kesên xemxur û dilsoz ku bi dûv zimanê dê û bavê xwe de dibezin Hawar gazin û gilî dikim yê min jî tevî vê rewşê vê rêtengîyê van pênc zarokan nelihevîya gelê min û çêr dijûn û siqêfan ez dilivim lê vê livandinê ez dîn kirime huşû sewdan Di serê min de nehiştiye… Ha Ho nema debara min dibe didim xwe ku tazî û rût ji nav van çar dîwaran derkevim û di nav kolanên vî bajarî de bibezim heger hin bibêjin dîn bûye ! ezê li wan vegerînim û bibêjim; Mejîyê xwe bixebitîn in bi ramanên paqij û durust di rewşa gelê xwe de bi ponijin hingê hûnê zanibin bê kî dîne û bê kî dîn bûye…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz