Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Ji mêj ve ji mêj ve ji berî pêncî salî ve çend xincer di xaka Kurdistanê de hatine çikandin ! Bi mayîn û têldirî hatine pêçan ! xal ji xwarzê ap ji birazî hatine qetandin kul êş û jan belav bûye li Kurdistanê 2 Ji pêncî salî ve Netewên Yekgirtî bûye sazûman ji bo parastina mafê mirovan dermankirina êşû janên gelan xweşî û geşîya netewên cîhan Lê mixabin û sed mixabin ku carekê tenê negeryaye li mafê Kurdan carekê tenê ji gelê Kurd re nebûye derman û her û her gelê Kurd di bin zilm û zorê de maye tewyayî dibin hêza karbidestan de maye destgirêdayî ji zimanê dê û bav bê par mayî 3 Ev pêncî sal e Netewên Yekgirtî bûye hîmdar bi UNESCO UNICEF û LAHAY bi kar û bar? Li ser çêlekên Hindistanê di xeyide Li ser qertal û qirakên Afrîkayê di engire Li kuçên şûnewarên kevin dibe xwedî û dikire rojekê negotiye; sih_çil melyon Kurd di hejarî û bindestîyê de dimire… 4 Ev pêncî sale û ji berî pêncî salî ve kêr li ser stûyê mirovên Kurd hatiye danîn Dar û daristanên Kurdistanê tên sotin û birîn Pêmayê bav û kalan li ber talanê tê dizîn û mirovên Kurd newêrin bi zimanê bav û kalên xwe bikin girîn û hêj carekê tenê Netewên Yekgirtî nekiriye gazî û qîrîn ka Dadgeha LAHAY û mafê mirovan ka UNESCO û parastina zimanê gelan ka UNICEF û guhdana zarokên Kurdan ! 5 Nizanim ! nizanim çi di vê bîranîna pêncî salî de ji Netewên Yekgirtî re diyar bikim Gelo ! Qerpalê şehîdekî bi xwîn ji Senendac Agirî şernex û Dêrsim… Kuç û qehfikin Kurdistanî ji entîkxaneyên Parîs Berlîn û London … Hestîyê zarokekî Kurd ku ji nêz û êşan mirîye li deşta Hewlêr û Silîvan wêneyên çend gundên kavil û wêran ji bakurî Kurdistan an cizmake bi xwîn ji cizmeyên leşkerê karbidestan û pêncî singên bi xwîn û têldirî ji nav xaka Kurdistan ! *Rojnameya Azadiya Welat, hj: 24, 1996

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz