Konê Reş
Konê Reş
3 görüntülenme
0 beğeni
-1-
Ji mîrşîniya Mîr Bedir-Xanê
Botî, bi tenê
Du şûn li ber çavan
Mane;
Kavilên «Burca Belek»
Di nav peravên ava Dicle de, û
«Medresa Sor» ku bûye
Qijle ji cendirmên Tirkan re.
-2-
Ta roja îro
çiyayên Kurdistanê
Bi xwînê têne şuştin
Dibêjin; dema ku dora
çiyayê «Cûdî» hatiye
Protesto kir, hawarkir û got:
Ez warê şaristaniyê me
Cihê rawestandina «keleka Nûh»im
şaxên zeytênan
Ji nav xaka min
Bûne diyarî ji aştiyê re
çawa hûn berfa min sor dikin?!
çawa hûn sor dikin?!
-3-
Ji min pirsîn:
çima tu çîrokan
Na nivîsîne?
Min li wan vegerand û got:
Ji ber ku jiyana min tev çîrokin.
-4-
Em hogirî hev bûn
Ez hogirî wan bûm
Ew hogirî min bûn û
Me gul û kulîlkên rengîn û bi bîn
Ji xelkên xwe re
çandin, avdan û
Li wan belavkirin
Di dûrbûne de
Me bêriya hev dikir
Lê ew xelkên ku
Me gul û kulîlk
Ji wan re dikirin diyarî
Razî ne dibûn
Em hev dibînin !
Razî ne dibûn…
*Kovara Jîn, hj: 42/2000, şam.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Konê Reş şiirlerine dön