Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
_1_ Welato ! Êdî bese; bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike …! çax û demên min nînin ji dilgirtin girnijandin û hevdîtinê re… li min bibore; Êdi nema strana ( Keçka Simoqî û Bavê Seyro ) giyanê min dihejîn in êdî nema xewin û xeyal karin bi dil û dil bi jenîn in Dil perçe_perçe bûye perçak li bakure xwîn jê diherike perçak li başûre jar û rebene dirikrike şerê birakujî û navxweyîye gelê Kurd min ji kok ve hildike… Welato ! Kurmê darê ne ji darê be her wê ew dar şîn xuya bike ( Rih dibe bost dijmin nabe dost ) ku potikê xal û ap li xwe bike nizanim çima em ji hev re şêr û piling û gurin kewê rebat û bivirin ji dogirkeran re xweşkole destik û tolbirin ! êdî bese Welato ! _2_ Welato ! Me got û ne got me got: Hawar e Hawar; yê ku nikaribe darekê biçîne şitlekê ne qurquçîne… yê ku nikaribe avanîyekê avabike koxekê wêran neke… Welato ! Me got; ji wan re bibêje: biratî aştî û hevkarî lê kesî li me guhdarî nekir… me ne got di dil de ma kom bû bû kul û êşû dil xwe nû nekir… Welato ! Em bêjin çêtire gotin ji ne gotinê bi kêrtire bela çav bi gotinên durist bêne kilkirin rêçikên rast û berfireh ji gel re bêne xuyakirin dibe ku ev gelê jar û bindest rojekê bê rizgarkirin Berx li makên xwe biban in Xincer li kalanên xwe vegerin Ji nû darên beriwan bi bişkivin şînbibin û şaxvedin şivan û gavan dibin siya wan de Delo lo delo Sebra dila bibêjin Welato ! Êdî bese me got û ne got

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz