Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
-I- pezkoviya çiyayê Herekolê ! Bê tirs di newal û Quntarên çiyê de Biçêre.. Ew mîrekên nêçîrvanî nemane Ku te bidin ber tîr û nav ravên xwe, û Ez zanim ku tu bi hêsanî Xwe nadî ber tîr û nav ravên Her nêçîrvanekî.. Lê ku nêçîrvanekî weke min Li te rast hat Zore ku tu karibî Xwe ji ber tîr û ravê wî Bide alî… zor zore -II- xezala deşta Mêrdînê ! Ku çerxa felekê bi te re vajî geriya Ku dem û dewran Bi te re xapînok derketin Hingê di kepezê Kîkan û Talika Cemîl Paşa re Xwe li çiyayê Mêrdînê Bigire. Sênga min Wek dergehê keleha wê Ji te re vekiriye Zend û bendê min Wek bedena wê Wê te biparêzin. -III- koçera deşta Mêrdînê ! Ku tu çû bêriyê û şivan li te kombûn û Te kesî berbiçav nedît ku Bi serê mêşinên te Bigirin.. Hingê Gazîke pismamê xwe Ezê di lingêling de Di hawara te de bêm. ? ? ?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz