Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Wek tûmekî kelemperê Li ber bayê jînê di gindirim Di nav beyarên welat de, Li ber sînorên dexl û şûvên şaristaniyan digerim û dizîvirim Hewl didim xwe Ku dergehekî nû vekim û Derbasî nav dexl, zevî û Gulistanên şaristaniyan bibim Da ku karibim Di nav beyarên welatê xwe de jî Tovê dexleke genim û şitlin gulistanên bi bîn Biçînim Lê mixabin ! çendî ez wî tovî Di axa welatê xwe de Werdikim û Xwe di ber de diwestînim çeqel û rovî, Kund û qirak Wî tovî ji bo Xweşiya rojên xwe Di bin lingên xwe de Dibin û tînin û Dilewitînin ! Ez jî soz didim Ku ji hewildanên xwe Danekevim Ta ku ez tovekî paqij Di nav xaka te de neçînim *Kovara Jîn, hj: 46/2000, şam.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz