Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Di koxika xwe de Maye paldayî Bi êş, birîn û kovanên gelê xwe ve Girêdayî Kesî haj xemxuriya wî nîne Ew û xemxurî bi hev re bûne Destbirak û maye windayî Lê hêvî û omîdên wî Ji tev nexweşiyan Saxlemtirin Ji bûyeran berztirin… Ji xwe evin yên mayî û Ewin yên nemayî ? ? ? Qey qedera wiye Ku jiyana wî bibe pêtek Ji agirê vêketî Xemxuriya gelê wî bike Xortekî nû dilketî… çendî janê dibîne Ne poşmane Bêhtir xwe dibîne Bi serketî… ? ? ? Carna tam saxleme Xwe dibîne wek teyrê baz Di ser kûpên çiyayê Cûdî, Ararat û Pîremegrûn re Difire.. Carna wek zarokekî ku çav bi yariya xwe keve Digirnije û dibişire Carna bi Ehmedê Xanî re Ta berê sibehê difikire Bi Feqê Teyran re Li ser peravê ava Dicle diponije Bi tîpên çapxaneya Husên Hiznî Mukiryanî re Mijûl dibe û dengê xwe Tevî dengê Mîr Celadet Bedirxan Dike û dibêje: «Kuro ! eybe, şerme, fehête, an hînî xwedin û nivîsandina zimanê xwe bibin an mebêjin em Kurdin..» û weha, xew ji çavên wî Dixeyide, direve û difire.. Wek mest û lalan Di koxika xwe de Di nav pirtûkan de Diqerime.. û Ji neçarî Hawar û gazî çiyayê Cûdî dike..û Dibêje: Tu bi Xwedêkî çiyayê Mirada çiyayê aşîtiyê Tê rahêjî hinekî ji kul û xemên min Mane kevoka aşîtiyê Ew şaxê zeytûnan ji nav Daristanên te bir Mane te pişta xwe ji keleka Nûh re Xûzkir û tu hatiyî naskirin Bi «Landika şaristaniyê» De hela welatiyên xwe jibîr meke û carekê xwe ji wan re jî xûz bike Da ku di aştî, aramî û tenahiyê de Bijîn û ji nû darên zeytûnan biçînin û Ji aşîtiyê re Bikin diyarî…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz