Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Gulîstanê ! Gunehê min çiye Te ez di nav tevna xwe de Pêçame. Tu li cihê xwe mayî Te ez û tevin Bi hev ve berdane çendî li ber xwe didim Bêtir ben û rêsên tevnê Li min têne badane. çendî dilivim Bêtir tevin li min tê Girêdane… Ji pîra sihirdar min pirsî: Gelo çare çiye? Got: bi dûr keve lawo ! Ev ne henek û tenaze; Heger du qeder hatibin serê te Ev ya sisiyane ! Haj xwe hebe, xwe bi parêze Hilgirtina wisa bar Ne hêsane. Ew bêriye, tu bêriyî Lê gotina xelkê Zor girane Ku tas hat û çingiya Tê bibe benîştê ser devane. Gulîstanê ! Bibûre, li min negire Barê min girane, girane Naxwazim peşk Li te kevin ! Tu buhayî ne erzanî Ji bo gelê Kurd Ez di jiyana xwe de Buhurtime; Doza gelê min, ji min re Xweş armanc û nîşane Evîna min: Hezkirina zimanê dê û bavane Omîd û daxwazên min: Zimane, zimane Ziman hebûna me Kurdane Xweşiyê ji te re dixwazim Herdem û çax û zemane.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz