Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Hevalo! Hevaltî her tişte; Hezkirin û dûrbûne. Hevaltî; ev gotinên ko Ez ji te re dihûnim û Her dem û gav nayên. Hevaltî ez û tu bi xwe ne û Jiyan bi serê xwe ye. Dûrbûn jî; Nepeniya hevaltiyê derdike Bi erênî û neyênî berz dike Bi rastenqînî heval dilê xwe Ji hevalê xwe re vedike. *** Hevalo! Piştî min tu naskir Tev asteng û hêzên ko hebûn Bûn rerewk çiyayê Bagokê* Li ber çavê min bilindtir bû. (Doda û Tirbesipiyê)** Bi min şêrîntir bûn. Deyax û berxwedana min Gurtir bû... Piştî salekê ji dûrbûna te Tu pirsa saloxan û Nûçeyan dikî... Ez ne bawerim, tiştekî Giring hebe Tevî ko gelek tişt hene Lê hêj ew tiştê giring Dûrbûn û çûna te ye. *** Hevalo! Heybet bavê Helebçe jî Dipirse Tengezarê Marînî û Keça Kurd*** jî Dipirsin Welat jî, pirsa we dike Ez jî; di nav pirsa we û Welat de Winda bûme, winda bûme. *çiyayê hoza Hevêrka ye, dikeve navbera Nisêbînê û bajarê Cezîra Botan de **Doda: gundê min e (Konê Reş). Tirbesipiyê: bajarekî mala Haco Axa ye ***Sê hevalên min in, çûne Ewropa

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz