Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Welato ! Ji çend rojan ve serê min di ber min de maye tewandî di nav pojin û ramanan de mame razayî ! ken û girnijandin ji min dûr ketine gotin û peyv ji min direvin pênûs jî ji min xeyidîye !… Welato ! Ji çend rojan ve Radyo û TV yên cîhanê peyam nûçe û hewalekanê şerê birakujîya Kurdan şerê navxweyîya gelê Kurd dibêjin û dibilînin… Welato ! Ji mêj ve pêşîyên me gotine: ( ku ba hat keviran bi dêrin ku ba nehat guh bidêrin ) Yê me kurdan jî tevî ku heyamê guhdêranê çûye -here û venegereheyamekî nû ji mere hatiya raxistin? û roj bûye roja Kurdîtîyê û rêka azadî û serxwebûnê bi rengekî berfireh ji mere hatiye raxistin em mêze dikin ku berpirsyarên me keviran bi ser hevde dibarînin fatîhan li ser canê hev dixwînin xwîna mirovên Kurd bi destên mirovên Kurd dirjînin… Ma ne bese ku ji ez ezetî û kesayetîya xwe dakevin wek birayan destên xwe bi hevdin biryarên hevpişk bi hevre derînin bi navê: _Parastina zimanê Kurdî ji zarokên Kurdan re… _Parastina zarokên Kurdan ji parsa di kolanên bajarê cîhanê de… _Parastina rewşenbîriya Kurdî ji talanê …_ Parastina dîroka Kurdî ji windabûnê… û ya herî giring parastina rûmeta gelê Kurd di nav gelê cîhanê de… Welato ji welatîyên xwe bixwaze ku; Bê çek destên xwe bi hev din Bê çek bi hev re bikenin û hema carekê ji Xwedê bitirsin di kul êşû janên vî gelê şerpeze û perîşan de biponijin… Welato ! Ji wan bixwaze ku; dest kevirekî ji kevirên Kurdistanê nedin ku pê avanîyekê ava nekin? Pelekî ji daristanên Kurdistanê ranekin ku şitlek nû di şûnde ne çînin çûkekî ji ser xaka Kurdistanê ne firînin ku hêlîneke bi star jêre nebînin Ji wan re bêje welato ku; dîrok ne kiraseke her yek li gorî dilê xwe ji xwe re bi bi tefsilîne… Terzîyê wî kirasî deme dem jî dîroke dîrok jî weke deryayê ye tiştekî veşirtî di zikê xwe de nahêle… çendî bi dereng keve û dem dirêj be lê ya rast her derdikeve û eşkere dibe… Welato ! dema ku bingehê parlamentoyê Kurdistanê hat danîn pêre pêre dilê 30 melyon Kurd lêda hêvîyên 30 melyon Kurd geşbûn 30 melyon Kurd bi hevre gotin; Bijîn Bijîn… Welato ! Ji sêsed salî ve ji heyamê EHMEDÊ XANî ve gelê Kurd li hêvîya 31 Konê Reş wilo roj bûn wilo parlamento bûn lê mixabin û sed mixabin ku ew hêvîyên sê sed salî ji bo ez ezetî û kesayetî yê bêne avêtin li ber lingan û ew hêvîyên ku dilê 30 melyon Kurd geşdikir bi carekê re bêne hilanîn ew kulîlka ku nû bişkivî bû bi destê mirovên Kurd bê qurquçandin…! Em karbidestên vî kar û barî datînin ber pirsyariya dîrokê bê ka kî ji xweşî û geşîya gelê Kurd re dixebite ewe yê ku cihê xwe di dîroka gelê kurd de bihêle û navê xwe di dilê her Kurdekî dilsoz û xemxur de biçîne… *Kovara Jiyana Rewşen, hj: 9, 1997

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz