Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Welato ! Afrandina bê azadî ne tu afrandine Azadiya bê welat ne tu azadiye gelo welat hene bê rok ! pêşeroj hene bê cih û war ! welato ! Tu afirandin û azadiya minî hebûn û nebûna minî… welato! Qenc dizanim ku tu ne Kurkekî li xwekirinê ye ne jî hozeke pesnandinê ye tu her tiştî; tu qedera minî ez qedera te me bi kûve bi revim ezê li te rast bêm tu bi kûve herî tê li min rast bê tu starên min nîn in ji siha asmanê te pêve tu demên minî xweşnîn in ji buharên zozanaên te pêve siha asmanê te buharên zozanê te yên min in wek ku yên her Kurdekî dilsoz û xemxurin… Welato ! Hema carekê rê bide min ku ez bi navê te bîr û baweriyên xwe bibêjim tevî ku ez jî Kurdim û her roj tîr têne min ji ber Kurdîtiya min rê bide min ku ez bi navê te destê xwe dirêjî destê xelkê cîhanê bikim û ji wan re bibêjim: Kurdim Aştîxwazim li Azadiyê digerim armanca min; serbilind li ser xaka bav û kalên xwe bijîm zilm û zora min li kesî ne bûye bi hêvîme; zilm û zora xelkê jî ji ser pişta min sivik bibe û ne mîne… Mafê kesî min ne xwariye bi hêvîme mafê minî windayî jî li min vegere… ne neyarê kesî me bi hêvîme; kes jî neyartîya min neke… Welato ! Ji 200 salî ve bi dehan şoreşên min hatine perçiqandin … bi sedan şar û gundên min hatine wêran kirin… bi hezaran welatiyên min hatine kuştin … sirgûnî û mişextî maye ji para gelê min… dawîya çerxê bîstane dem hatiye guhertin û tê guhertin … heyamekî nê tê raxistin; heyamê demokratî aştî û tenahîyê Ne ku wêranî li bal me nemaye… ne ku em nema karin ziman kultur dîrok û hebûna xwe bi parêzin û jêre kar bikin … û bela kes bawer neke ku emê ji desthilanîn bikevin û çawa emê ji desthilanîn bikevin ! pêşberî wan kesên ku xaka me kultura me û dîroka me dizîne û hêjî didizin … vêca welato; her û her ezê dozdarê yekîtîyê bim ew yekîtîya gelê Kurd di bin siya wê de navê te ( KURDISTANÊ ) bilind bikin çendî partî û rêxistinên gelê min hebin û pir bin nexeme nexeme Di bîr û bawerîyan de dûrî hevbin û têvelbin nexeme nexeme mirovên ku bi hev re di malekê de dijîn kar û xebatê ji navê wê malê dikin tev di bîr û bawerîyên xwe de ne wek hevin… Welato ! Ez binavê te distirêm bi navê te bêhna xwe berdidim bi navê te xewnan dibînim û bi navê te dinivisînim ji ber ku tu; strana minî tu kezeba minî tu xewnên minî û tu nivîsandina minî welato *Kovara Gazî, hj: 33, 1997, Duhok

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz