Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Welato ! Ji wan re bibêje ! ji wan re bibêje ku welatînî ne hêsane welatînî dilsozî û bargiraniye Welato ! Ji çiya û zinarên xwe re bibêje ku mirovên çê di deverên teng de xuyane Welato ! tu cih û dem hebûn û sinc û afirandinî hebûna te hebûna welatîyên te ye… Welato ! Tu pîvan û terazoyî tu welatîyên çê û ne çê ji hev cuda dikî pîvana welatiyên te bi teye Welato ! Kes nikare hêza te nasbike û bighêje dawiyê ew hêza ku di ziman û çiyayên te de kom bûne di bin-ax û seraxa te de veşartiye; di çem û cobarên te de diherike di mêraniya xelkên te de xuyaye… Welato ! Xelkê cîhanê sosretmayê man dema ku naskirin; ZEREDEşT pêxemberkî te bû SLAHEDîNÊ EYûBî mirovekî te bû Dicle û Firat dû çemên te ne û Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne? ji wê hingê ve Welato tu di derîyekî mezin re derbasî dîroka welatên cîhanê bûyî… Welato ! ziman nayêne dizîn kes nikare zimanê welatîyên te bidize ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin lê ku di ser guhên xwe re avêtin û bi zimanê biyanîyan axifîn wê hingî Welato; ne welatîyên te xwedî şaristanîne ne ji zimanê wan zimanekî bingihîne… Welato ! Ji wan re bibêje ku hebûna gelan di yekîtiya zimanê wan deye… Welato ! Ji wan re bibêje: ew kesên dudilî ku bi tenê di roja xwe de diponijin û li ser malê dinyayê dinûzin ku wek wan kesan wê di nav pêlên demê de zû winda bibin dem rehmê li wan nake çendî pere û avaniyên wan hebin… lê ew kesên ku mal can û tev hebûna xwe diyarî te kirine û dikin ji wan re bibêje: Hûn mûm û findên min in çendî dem bi pêşde here wê navê we bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de bê nivîsandin… Welato ! Ji wan re bibêje: Ji wan kesên ku ji siha xwe û bi wirde tu tiştê din na binin bibêje; ku tu ji serê birakujîyê mezintire ji pesin girî û dudiliyê zeximtire… Welato ! Tevî pirbûna birînên axivtî di benda te de tu bi hêz û zexmî ji ber ku tu mezinî û ji ber ku tu mezin û zexmî tîrên neyaran têne te û birîn di bedena te de vedibin belê çendî xwîn ji wan birînan bê û biherike ew xwîn xelas nabe û dawî wê zora demê here ji ber ku hin bi hin dem ji xwîna welatîyên te bi çûktir dibe û serkeftin nêzîk dibe… Bê guman di wilo rewşde maf jî wê gelekî giran û buha be û berpiristî jî wê hêj buhatir be… vêca Welato ! Ji welatiyên xwere bibêje: li tev cihên ku têde dijîn nefer û kom rewşenbîr û torevan siyasetmedar û partîzan ku tu welatê tevanî sînga te ji tevan re vekiriye çendî pirbin têvil bin û ne li hev bin… Welato ! çendî welatiyên te pirbin di bîr û baweriyan de têvel bin nîşana xêrê ye nîşana pêşketinê ye; lê welato ji wan re bibêje: kuştin kuştinê tîne zikreşî zikreşîyê tîne xwîn bi xwînê nayê şuştin kuştina welatiyan kuştina welate Welato …! û ji wan re bibêje welato tu welatê tevanî kevin û nû yê tevanî hebûna te ji tevan re pîvan û terazûye dadgeh dadgere … û dawî ku tu ji ramanên di serê tevan de firehtir û bilintirî… Welato ! Ji wan re bibêje: ku ne em li hev rûnên bi mejiyê di serê xwe de bifikirin pirs û bersivên xwe hawar û gaziya xwe kul û birînên xwe ji hev re bibêjin û şanî hev bikin ewên ku di nav xaka te de şîn dibin em nagihêjin armancên xwe û wê halê me ev hal bimîne ji kuştin û berberiyê… Welato ! Ez ne bawerim ku kes karibe piştî te bi tewîne ji welatiyên te pêve ( kumê darê ne ji darê be dar kurmî nabe ) Bê guman zerera te ji zarokên te ye nexasim ewên nezan û çavgirtî ewên ku heyranê canê xwe tenê ne… Welato ! Me seh nekiriye ku tu hêz di dinyayê de kare welatiyên welatekî hevgirtî bişkîne ku ew welatî di bin yek gotinê de bilivin… û me seh nekiriye ku tu hêzî di dinyayê de welatiyên welatekî hevgirtî bi hevre alîkar û hezhevkir tewandine… Welato ! Em bi hêvîne ku ev bablîsoka li asmanê Kurdistanê li dare zû derbas be û buhayê wê hindik be… Welato ! Ji welatiyên xwe re bibêje: ku tu qet ji serê xwe ji bablîsok re danayîne ji ber ku baweriya te di pêşerojên nêzîk de gelekî mezine ew baweriyên ku di giftûgo û danûstandinê de dibin yek û ew yek rêka aştî azadî û serxwebûnê bi dûv xwe de dikişîne çendî welatiyên te di ramanên xwe de dûrî hev bin û têvel bin… Welato ! Ji wan re bibêje: yê ku birast û durust welatîkî dilsoz û xemxur be 19 Konê Reş ew berpirse… û ji demê re bibêje welato; nivîsandin ne henek û tenazin nivîsandin jî berpirsî ye… ji wan re bibêje welato ! *Rojnameya Azadiya Welat, hj: 12, 1996

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz