Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Konê Reş

Konê Reş

2 görüntülenme 0 beğeni
Leşkero, şerkero ! Vegere welatê xwe Va çerxa bîstan bi dawî hat Li ser xaka bav û kalên min Tu zêrevaniya min dikî?! çi dikim, çi dixwim Di bin çavnêrîna te de Derbas dibim… çendî zilm û zor Min ji destê te Dîtine û dibînim… çendî car; Te gund û şarên min Wêran kirine Welatiyên min; Dîl û sirgûn kirine … Te xaka welatê min Beyar hiştiye Dehil û deviyên min şewitandine û Ziman; te ji devê zarokên min diziye Vegere welatê xwe. ? ? ? şerkero, leşkero ! Êdî bese vegere welatê xwe Rext û tivinga xwe Bispêre zinarekî û Di şikeftekê de, ji şikeftên çiyayên min raweste çavê dê û bavê te Li riya hatina te qerimîn Vegere welatê xwe. Va dawiya çerxa bîstane Heyamê demoqrasiyê û mafê mirovaye Vegere welatê xwe ku Welatiyên min jî Li welatê xwe vegerin û Gund û şarên xwe Avabikin Bi zimanê xwe bi zarokên xwe re Biaxifin û Ji nû ve genim, nok û pembû Di deşt û newalên xwe de Biçînin… Vegere welatê xwe û Ji heval û hogirên xwe re bibêje: Heger welatê me bi me şêrîne Welatê xelkê jî bi wan şêrîne û Kurd dibêjin: şam şekire, welat jê şêrîntire. ? ? ?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Konê Reş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz