Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
bi devekî hirç û bi eşîrtiya dilbipirç yekîtî ne pêkan e, bavê derewan e werin em bibin "kurd" wê çaxê wê kes nikaribe li ber me bêje "kirt" di vê seqema bindestiyê de em pif kefa destê hev bikin, keldûmana devê xwe tevlihev bikin werin em bibin behr wê çaxê wê bixeniqin di nav ava me de hemû dijmin û ziqûm û jehr em xwe di nav avdonka kilamên dengbêjan de bihelin em simbêlên spi ji xwe re çêkin bi vexwarina şirê bêrivanan sê cahil bên cem hev ji mêşê hiltinin roja çaran ji hev tarûmar dibin bera di binçengê me de cildên pirtûkan nanê sêlê bin destê tenê deng jê nayê tişt pê nayê bila hinek ji me kesk bin, hinek sor bin û hinek jî zer... lê gava em bigihêjin hev em bibin per ala me li ezmanan bibe stêrkeke serzer zixurk qedrê zixurkan zane gêrik li ser gêrikan qebûl nake kevir bi kevirên hevalên xwe çiya ye dar bi darên birayên xwe daristan... barana bajari bayê beji ji bir nake ya ya malneket! tu çawa dikarî bibi dijminê qewmê xwe!? *Ji pirtûka wî "Berfwerîn"ê, rr: 36-37

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz