Kolleksiyona 22`em, li talanê, biharî
Ev çirûsk, ji çirûsîna elektrîkê ya ku li ser laşekî
diperpite hatiye berhevkirin,
Di tahma êvarên bêevîn û di bêhna baranên bêbihar de ye
û pez nehiştin
û rez nehiştin
û kon nehiştin
û mihîn jî nehiştin
û bilûr fetisandin
û qirikên dengbêjan kêrkirin
û berxikên şivanan xeniqandin
û satilên berîvanan pelixandin
û çûn...
Belê, me baş dizanîbû,
Lê belê, wan nizanîbû ku şûrê me yê azadiyê
Her ku diçû bi êşan tûjtir dibû!...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rênas Jiyan şiirlerine dön