Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
koleksiyona 3`em, li bêriyê, esirkî ev çirûsk, ji ronkaya teperepa kelecana qelbên berxikên bêrîdar ên li benda makên xwe yên bêrîvan hatiye berhevkirin di tahma kefa şîrê li bêriyê hatiye dotin, kefa wê bi tilîkan hatiye xwarin û di bêhna firêzeya şûvan de ye di vî wextî de çirûskên te di şînbûna dixana çixareya qaçax a şivên de ne di bêriya dudana de, berxik weke qaçaxçiyên leşker li pey wan bin û xwe bê serî li mayin û hudûdan biqelibînin bi xezeb xwe li guhanan diqelibînin... dîn in!... di nav ew qas kerî pez de, tu çûyî li bilûrê baniya şevîn; weke çêra pez bi aheng û şêrîn şevîn; di tûrikê şivên de çarîn û nalîn tu, çirûska çavlêketina peza li gur î tu, xwîn î xwîn... Ji pirtûka Mexzena Xwînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz