Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
ey gulle! kuro ev gel e bi xwri·nî xwîna xorta venexwe ma tu nabînî bi salane waweyle ey kuçike tûle a te ne bêvile ger bêvil bûya ji barûda hi·ndi·re mi·n we bi·şewûti·ya poz welleh welleh heqête mirov tew xwediye te bike yek gulle... ey gulle... ey teyare! ji tere bombeya te yare jehra te jehra mare teyyare ma qey yê qilebanê ne ezmane! ne yare! ezmanan di herimîne firîna te ji şerman serê ewran bera ber wan didee tû ye rojekî dakevî erdê togê tû bisekine ey çîya! bi perpite li xwe bixe bi hedime ciwan xwe li navê te digirin kewên xwe bite difirînîn xwe dispêrin bejna te le ti wan li ser xwe dikî sih û çar gulle ti wan li ser xwe dikî berate ma ev e mazûvanîya te edî wexte bila bi cizbê bikevin zinarên te bila kevirên te di destên zarokan de bibin cebilxane ey sînor! ti kor bibî kor îro zikê kantiramin ê çirîyayî ji min re buye gor xwîna min gol bi serê min î jêkirî te lîstin futbol gol gol gol mixabin xwîna min nakê çend galon petrol ey berf! bi şeref ji çermê zikê min wan çêkirîye def ji· berfdêmska xwîna min bi ser deve wan ketîye kef bi kef dilê min hedef ji hawara devê min ê vekirî buye berqef li ve kafiristane em mirin ref bi ref ey netew bila bi kuştiname bikeve yekitîya te jibo xwedê me ji bîrneke her çi liser kuştiname bêjin derewe rastî ew e we roj ê li ser we berf ê çêbubu ji xwîna me şilope

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz