li sûkên ku bi mirovan xeniqîne
tukes newêre ji tirsa tenêtiya min bang li hevdu bike
hey ez
li xwe dizîvirrim
li te
li dengê te yê ku rijiyayî erdê dizîvirrim
/ her li-xwe-zîvirrandineke min
bi darvekirina serhildêrekî encam dibe /
hemû firoşkar bi yek sewtê te difiroşin
ajovan, dikandar, avfiroş, barkêş...
tu yî
a ku li camiyan azan didî,
a ku li kuçeyan mêran dikujî,
a ku li radyoyan kilaman dibêjî,
``dîn-hiştê`` tu baş fahm dikî, ne...
bê min çiqasî bêriya te û kenê te yî tijî girî kiriye
Janya / r. 97
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rênas Jiyan şiirlerine dön