Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
Kolleksiyona 17`em, li qebra qesra tenêtiyê, payizî Ev çirûsk, ji biriqandina şîrêza li ser pelên zuqqimê Hatiye berhevkirin, Di tahma quzelqurtê û di bêhna kufnikê de ye Bahr jahr Mizgîn enderîn şewba hibrê ez bi şerbê xistimê û tenêtiya min a terorîst xwe vezelandiye Li ser doşeka tahl a emrê min î zahferan Rê: Weke kêrê di bin lingên min de dihere û tê Reng: Kesixîn Deng: Bûn pûş û şewitîn di kadîna guhê min de Ax rûyê te gundekî xerabe! Li gastîna çavên min, kund, bi dengekî tund dixwîne “kuro! Agir berra bejna xwe ya pênûsî bide, Kuro! Stûna stûyê xwe bide ber dahsan, bişikîne“ Lê lê mê kalanê Her û her şûrekî şilfîtazî mam li vê salona heyatê...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz