Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
Tûrê pişta me mişt stêrk Dinya di kefa destê me de hêk Em ê zilmê têk bibin, têk! Em dilhilatdar in Heta hemû desthilatdarî neqedin Heta ev jiyan nebe jiyaneke din Mirin be mirin! Emr kirin be sed carî kirin! Em xwediyê deştên kej in Jan ji me re çêj û cejn Em jin, em zarokên çem- bejn Em dilhilatdar in Heta hemû desthilatdarî neqedin Heta ev jiyan nebe jiyaneke din Dijmin be dijmin! Xayin be sed carî xayin! Em berfên cûnikî Em baranen şîrikî Em ê bi ser dinyayê de bibarin eşakî Em dilhilatdar in Heta hemû desthilatdarî neqedin Heta ev jiyan nebe jiyaneke din Girtin be girtin! Dest bi darê kelemçeyan de rizandin be sed carî rizandin Em gel, sekna me qasidî, heykel Ger biqûre bi ser me de hemû duwel Yek ji me jî wê nelerize heke eyn em pel bin pel Em dilhilatdar in Heta hemû desthilatdarî neqedin Heta ev jiyan nebe jiyaneke din Daliqandin be daliqandin! Bihêlin, ger pehîn li sêpeka xwe xistin be sed carî xistin! Bixwin û vexwin Heta ku hûn bibeecin! Lê wê ji we re neserife ew xwarin Wê di ber we de bimînin çiya, bitirsin! Wê we dabelihînin derya, veciniqin! Ên ku wijdan û baweriya xwe firotibin Herin û di dexlê desthilatdaran de xwe biqurnisînin Hela bê wê bi kêrî çi bê ew temenê we yî xayin Ew dilê we yî mişt barûd î mayin Em dilhilatdar in Heta hemû desthilatdarî neqedin Heta ev jiyan nebe jiyaneke din Hezkirin be hezkirin! Xwe ji bo hechecîkekê kuştin be sed carî kuştin! Ero desthilatdaro! Sibê wê qet nebe wek do! Hey min çavê te xwaro, dilhilatdaro! Hey Spartakuso, Prometheûso, Hesinkaro! Hey hespo, berbango, ken- kesk- o! Gurçikeke te Kulilk e, yek Kerro! Ma tu kekê kê yî lo?! Tu siwarê Bozê Rewan û Hedban û Gêjo Hêrsa te jîjo Dilê te ji agirên tenûran mîjo Kadizan û Qurixan û Karwankujan bi çargavan bajo Em dilhilatdar in Heta hemû desthilatdarî neqedin Heta ev jiyan nebe jiyaneke din Hût û cin bin hût û cin! Mezin bin sed carî mezin! Hesin bin sed carî hesin!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz