Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
koleksitona 7`em, li mizgefteke zerdeştî, eşakî ev çirûsk, ji reqsa li ser canê te yê yazî hatiye berhevkirin di tahma qeliya qitikên dermale û di bêhna himêzên dergîsiyên bêhgijnij de ye" hew ji goşt kinc li ser te maye a niha tu sêveke qeşartî yî çavên te ji avê bi canê te yê tazî şa dibe agirê mizgeftê li dîwarên mizgeftê xetên xela hevşahiyê û doşekeke ji pûş li quncikê wê tu û ew agirê mizgeftê hûn cêwî ne tu û ew agirê dojehê hûn xwînî ne kaniyên girên sînga te kevz girtine divê ez biherikim hundirê te... belê dilketî tu kihêla ji êgir î tu jî dizanî bê ez ne ew qasî mêr im û binihêrim li canê te yê tazî bi van çavên xwe yên fîncanşikestî kulîlk kulîmekên te di newala te de eyloyek li hêlîna xwe digere bêhna porteqalan tê ji porê te divê ez biherikim hundirê te... Ji pirtûka Mexzena Xwînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz