koleksiyana 19`em, li newala pinpinîkan, mîlenyûm
ev çirûsk, ji nêrînên nêr ên qertelekî qetilheram
hatiye berhevkirin
di tahma firînên çîkolatayî û di bêhna ewrên qolonyayî
de ye
ê wî, ew qertel bû
tenê bû
tev li refên çivîkan nebû
hezkiriyê qitikan û
xalê qulingan bû
mêr bû
nikilkêr bû
ê wî, ew qertel bû
şoreşvan bû
mîr bû
û xwe li kîjan çahlên ezmên ên qelew qelibandibû
dîn bû
mejî bejî bû
kedî nebû
betlekî şûrşêr bû
ê wî, ew qertel bû
bask birûsk bû
cîhan, di beskurka wî de morîkeke şîn û
jiyan, nêçîra wî ya herî şêrîn bû
ê wî, ew qertel bû
ba bû
baran bû
têr nebariya û
çû...
Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rênas Jiyan şiirlerine dön