koleksiyona 9`em, li malê, îda qurbanê
ev çirûsk, ji çavên lawikê ji kêfa îdê re raneketiye hatiye
berhevkirin
di tahma kulîçeyên îdê û
di bêhna goştê îdê yê li ser tifikekê li quncikekî hewşê tê
çêkirin de ye
wî, geh li zarokên kêfcejn nihêrî
û geh jî li lingên xwe yên di axpîngê de gemarîbûyî
wî, bi awirên xwe yên ji kêra qurbanê tûjtir
herdu lingên xwe jê kirin
wî, wê îdê tu şekir kom nekirin
lê zarokên din bi pirhejmarîya şekirên xwe, xwe li ser
serê wî qure kirin
li gel zarok bû negiriya û neliviya jî
wî, ji hudirê malê xwe bera hundirê xwe da
pilingekî har di hundirê wî de zîl da
dê pêşiya malê avreşandî kir
bêhna axa şil tev li bêhntengiya lawikê çavşil kir
Ji ber ku sola "wî" tunebû; ew li wê îdê negeriyabû
cejnên "wî" yên kêrkirî hîn jî didomin...
Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rênas Jiyan şiirlerine dön