Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
koleksiyona 5`em, li amedê, li ofisê, destê êvarî ev çirûsk, ji şewqa hungira li myê te biriqî hatiye berhevkirin di tahma firo û di bêhna gezo de ye ba li hemana bajar betilî êvarê serê xwe daniye ser çonga biharê kirasekî dawa wî fireh û bê mil li te ye du heb jîndar di hundirê te de dijîn; yek jê ez im tev li xwîna te bûme ku tu kes nikare min û wê xwînê ji hev veçirîne û ya din jî di malzaroka te de bebek e ku çêbibe ez ê wê jî ji lêvên wê maçî bikim a niha em li ber devê deriyên qesrên kapîtalîst in zarokên xizan û gemarokî xwe bi dawa te ve dizeliqînin bo bipîvin bi mêzînên xwe yên destan çirûskên çavên te "eta eta!" dibêjin û li dû te dibezin tu besteniya destê xwe didî wan bi ya te be, tu yê min jî li wan par bikî min nizanîbû ku di çavên te de ez ew qasî pir im... li amedê destê êvarî û havînî jin,li devên deriyan rûniştine û qala eyalên xwe dikin ji hev re, kezebfiroşek şîşa xwe di "kezeba" xwe de radike û dibirêje, li qeraxa dîclê çend zarok bi çêm de dimîzin li amedê destê êvarî û havînî, jiyan; meqnetûs e. Ji pirtûka Mexzena Xwînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz