Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

3 görüntülenme 0 beğeni
koleksiyona 15`em, li xwînxanê, eynter ev çirûsk, ji biriqandinên qirîstalên qeşê hatiye berhevkirin di tahma biraştina goştê însanên mirî û di bêhna berateyên peykerên qefilî de ye qesrek ji qeşê heykelên devê deriyên wê diricifin ji sermê tiliyên min diweşin rengê xwînê sebx vedaye li mermerên binê wê ji jêrzemîna wê qîrîna mebredkirina kêran tê hudûdê şevê dabeliandiye sînorê sehera sibê û qerepera bê ji çaraliyên mezrîbên qesrê diherike xwîna keçkaniyê serê karxezaleke serjêkirî ji bo gewdê xwe digirî di kûpên mezin de jahra meyandî li salona wê hûtekî heftserî û pîrebokeke portîremahrî bi hev şa dibin bi jakawî, şilfîtazî refeke pelçimokên lûsiyayî bi firê dikivin ji nalînên zewkê yên pîrebokê di tariyê de teperepa lingên tiştekî bixof tê li jorzemînê hîrehîra kenên cinan niha ji zû de divê xwaribin wawîkan meytên geniman pîrasêr bi şûjinê di birîna canê bedewiyê de bîrê dikole li împarotoriya bahozê nav û kincên sor li xwe neke heke te sar be kefenê min li xwe bike... Ji pirtûka Mexzena Xwînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz