Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
koleksiyona 20`em, li mişextiyê, deqnanoz ev çirûsk, ji şewqa birûskeke şîzofren hatiye berhevkirin di tahma hezkirina qahpikeke ji dil û di bêhna hiriya pezê şil de ye wexta ku surxûn dibûm min zanîbûya, ji dêvla çentê li milê xwe min ê welatê xwe yanî kurdistana xwe û aramiya myê te min ê we bi xwe re bianiya di hundirê qewlikê qurana xwe de çi fêde!.. hew di biryara hilbijartina bindestiyê de em serbest hiştine û ji bo mirinê ji xwe êdî pir dereng e û veger qedereke perçeperçe ye weke masiyê di nav avê de ji nav destên mere dişemite li ser myê vê erda ku derzika pişta wê ji ya mara ku beşerekî/e bendemh ji mirov hez dike ku mirov biskê serbestiyê bêhn dike tu dibê qey qetleke heram e ez dibêm qey gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î. Ji pirtûka Mexzena Xwînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz