Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
keşfa hêmayên esîl jî êdî ne bes e ji bo bextewariyê spîçolkî, bêekl û eşqiya eşq di lîwanên rêya kadizan de dixurice, dixurrife û xwe li biyanistana digire her spêde ez qam dikim xwîna qeşagirtî bigirî hibra pênûsa min, bigirî çêja baranên çilesrîn di devê min de lîtav minminîkên pola daqûl tên li ser lêvên min ên qeşa ji çiçikên hoste kedî dikim janên bêterbiye peyitand remildaran divê dê gelek bê kuştin li kurdistanan ka xencera xwe bîne cellad li min bicerribîne hezar carî bigirî hibra pênûsa min, nagirî kesa bengî wê bûm di kevalan de; mercan, lal disûtîne canan dengê mirinê ji bêdengiya min tê aya tu li ser min distrêyî operayên malwêran? di bin desthilatdariya împaratoriyên xezebperest de ez nuxuriyê dîroka jinbî bigirî hibra pênûsa min, digirî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz