koleksiyona 1 0`em, li otogarê, qiyala nîvro
ev çirûsk, ji şolîbûna dilopeke xwêdana kaotîk
a zilamekî bajar lê herimî
hatiye berhevkirin
di tahma vegera malê û di bêhna lingên werimî yên
rêwiyekî de ye
cih ji te re nehiştibûn,
li rawestgehên şeliqî yên li qiraxên avan
piyên te derketin parsa riyan
çirûskên te ew rêwiyên bender qesasên wan
buxçika te û tûrikê te tim weke mirinê amade bû
te bi tenê çavkaniya riyan meraq kiribû
û tu teriqî bû
tu li ser rê yî a niha
belkî tu hatibî
belkî jî tu diherî
lê tu li ser rê yî
berê te li berbangê, pişta te li kerbê
di qirika te de straneke ji qahrê
tu diherî û hey diherî
qonaxên te yê li wan pîvazek bişkenanda
û çixareyek bişewitanda a niha ba
te bêriya xaniyên an jî betonên taştiya xwedê jê re
dibirin kiriye
min jî bêriya pîvongên çolê û pêlîstokên ji heriyê
te daye pey şiva trênê û tu dikulkulî
tu diherî
ez ew gola ku hemû rê dirijin wê me...
Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rênas Jiyan şiirlerine dön