Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
'Ji bo cotkarê ku hovan ew li Efrînê li ser trextora wî kuşt' ev trextor qeresiya te bû bi te re direqisî şîv û şev û şûv... tu û ew û rêyên efrînê... hew dibû lo! balo dilê mirov dikeve hesinan jî gava te vitêza wê diguhert qirpika wê hildihat ji kêfan serxweş diket ax, cotkarê xwêdana wî zeyt! rabe ser xwe fergusona te xwe ji tînan kuştiye em dikin û nakin dilopek mazot jî venaxwe morikên ku te li qirika wê girê dane giş qetandine hew bi destê ti gîsinî digire naxwaze zeytûnan jî li pişta xwe bike ax, cotkarê xwêdana wî zeyt! rabe ser xwe fergusona te xwe ji tînan kuştiye em dikin û nakin dilopek mazot jî venaxwe morikên ku te li qirika wê girê dane giş qetandine hew bi destê ti gîsinî digire naxwaze zeytûnan jî li pişta xwe bike cotkar ti carî gorên wan çênabin. meytên wan li nav erdan tê çandin. ew zad in. biharî tovên wan dîsa serî hildidin. *Berfwerîn, Weşanxaneya Belkî, rr: 56-57

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz