Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji wê şeva bi şewbê bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê çend xarên min wendabûne li newala waweylê destmêja te û janê ji hevdû naşkê hebhinarkê! .. min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê; wê gewriya te dil bide kêrê li kerbelayê belê delalê li çaraliyê çefiya min, diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin kulora şahmeran e egala li serê min ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min ne sûcê te ye, ew mîratê kewan li me nehatin li çiyayê şengalê, komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine perikên wî digirîn li dewsê tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî li ser goleke mêşinî bo bi serê xwe dakim, ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim, hebhinarkê; teşiya bê, destara berfê, berîvana baranê,,, 12 Rêşemî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz