Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
Kolleksiyona 11`em, li ser sergoyekî, zivistanî Ev çirûsk, ji pêtên sobeyeke ku di rojeke sar de vêketiye û yên li dora wê, ew weke quble qebûl kirine hatiye berhevkirin, Di tahma elektrîkê û di bêhna berateyeke Gennîbûyî ya li ser sergo de ye Tu weke pisîkeke ku êdî bi kêrî kuştina mişkan neyê û Di kîsekî devgirêdayî de ji alî xwediyê xwe ve hatiye avêtin li ser vî sergoyî Ê te peyv zû li te diket Qelbê te weke wan bahcanên li ser sergoyan pelçiqî û xerabe Weke wan boçikên çixareyan hatibû vexwarin xwîna te û tu li serbestiya xwe mabû heyirî Li gorî ahda te Kê devê kîsê te vekira Te yê weke cinnê lempê heya roja qiyametê jê re koletî bikira Ger te bizanîbûya bê Ne ji bo te serbest bikira, ji bo tu bixwara Wê kûçikekî tûle devê kîsê te vekira! Xwezî heyata te bi heyvanê aciziyê nemeyandana...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz