Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
bi stêrkan re em rûdinin û her şev hesabê hatina te dikin em bi tiliyan ...stêrk westiyan, tefiyan ê min jî çend stêrk hêviyên min ên vala mane weke tifinga bêgule an tu yê werî min bikî xwedî stêrk an tu nayê wê stêrk bibin xwediyê min min meke qeşmerê stêrkan stêrk fermo zû were di êvarên esmer de qemer esmer were li stêrkan siwar be û were bibe stêrk û were çavên min ji bêxewiyê bûne berbang berî bêhna nanê sibê bifûre li bajêr her sibe dengbêjên min birçî distirên bi serê kenê te î delalî ez dûr ne baş im bi serê tirsa te ya xezalî ez kûr ne baş im dimirim îro ne di nîvê şevên gurxenêq de ro li nîvro stewr im ji aliyê fikran avis im ji aliyê hîsan ev dest her sibe destên te dizên ev lêv her êvar lêvên te dizên ev dil her şev dilê te dizê dergûşê! ...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz