Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
ewil em ji hev hez dikin lê bi dûre em heyfa hezkirina xwe ji hev hiltînin, ez baqek kul im, li ber te hazir im, di destê min de qevdek xencer kerem bike tu bi kêfa xwe ez gîsin im, cotê rastika porê te dikim xebera te ye ez naêşim, ez hesin im, lê giriyê te ez rizandim, çavên te ez xurde kirim, ez kulmek bizmar û bihostek zengar li ber te hazir im , kerem bike tu bi kêfa xwe em ji hev re xurt in xurt û çawa xurt! em di qurtekê de hevdu xelas dikin li ser bênderên striyan hevdu pêxwas dikin ez satilek xwîn im li ber te hazir im bi tiliya qeraqûçkê, min tehm bike tu dirijînî, tu narijînî! kerem bike tu bi kêfa xwe serî strî, binî Herîrî ez şîn hatim vê biharê li qilaçekî çend zarokan bi adodeyan ji kokê de ez rakirim jana kokê, bêriya çolê ez pijandim, perritandim ez kereng im li ber te hazir im êdî tu min dixwî yan ez xwe dixwim! kerem bike tu bi kêfa xwe gava herdu çeneyên me dibin yek devê me dibe hevringek ez hogeç im qiloçên min di kendalên jiyanê de asêbûyî di devê min de zimanekî kerengî ez hogirî lêvên te yên hevringî li ber te hazir im êdî tu çermê min dixî ber an jî hiriya min dibirrî, kerem bike tu bi kêfa xwe em ji hevdu re kevir in carna gundor û carna curn in va ye mîrkut, va ye qeysik ez xaniyekî zivistanî dilop dikim va ye kuling, va ye tevrik ez genimekî bin bênderan para elok û mirîşkan im va ye bêjing, va ye pînik li ber te hazir im tu xwediya min kerem bike tu bi kêfa xwe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz