Kolleksiyona 18`em, li çiyayekî ji kevirên xwe xeyidî,
Piştî avêtina bombeyên kimyewî
Ev çirûsk, ji ber gulleyên ji tahtan dipekin hatiye berhevkirin,
Di tahma tahliya ecûrên narincokî
û di bêhna gazên xerdelî de ye
“yekî” ji bo yekîtiya çiyayên çardehsalî ahd kiriye
“yek” bi cegereke bêkalan li mêraniyê sinciriye
“yekî/ê” li destên xwe gul, li çavên xwe xew û li lingên
xwe deşt heram kirine
“yekî/ê” ji bo serbestiya welatekî stêrkan telaq avêtiye
“yek” dê bike newal qamekê tije xwîn bibe
“yek” dike li xwirînî erd û ezmên dabeliîne
“yek” weke çawa lawireke mak çêlika xwe bialêse
Xwîna ser çavê hevalê xwe dialêse
“yek” ji kerban keviran dikerritîne
“yek” li ser yekî/ê weke kilameke kelogirî digirî
“yek” li ser yekî/ê weke dengbêjekî zimanjêkirî dinale
Ax!” Yek” bi “yek” dimirin
Bê cabon, gorr, gul û qurnefil in
dil in...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rênas Jiyan şiirlerine dön