Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
koleksiyona 2l`em, li qoserê, zivistanî ev çirûsk, ji çavên lawikekî çavtav ê di teşîrkirina kekê xwe yê milîtan de, ji bo xwe nede deşîfrekirin û lê xwedî deraeketiye hatiye berhevkirin di tahma jahrê û di bêhna zilindarê de ye weke lûlûyên li stuyên keçikan hatibin rêzkirin di nav çiravê de hatibûn rêz kirin weke peyvên helbestekê yên li ser rûpeleke sipî, ku weke çivîkên li ser têlan rêz bûbin hatibûn rêz kirin çav û devên wan ji xwîn û heriyê xetimî bûn sivik bûn, ên çê bûn, devliken, rûlireqs, dillidîlan bûn li kêleka hev paldabûn bê guh, serî nîvjêkirî, laş ji birînên guleyan qulik-qulikî a mê hatibû tecawizkirin bi mirîtî girê qoserê sînga xwe hedimand ji li xwexistinê û li qosera bêsînema dibariya baran çawa dibariya, çawa digiriya... weke tu ji devê kwîz berdî ji filmekî barbaran re şoreşvanên baranan bibûn qurban qoserê di dawiya fîlm de li çepikan xist wan li me dixist me ji wan re li çepikan dixist... Ji pirtûka Mexzena Xwînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz