Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
koleksiyona 2`em, li ber golê, nîvrokî ev çirûsk, ji tîrêjên çermên masiyan hatiye berhevkirin di tahma avê û di bêhna hirehira kenên ji kêfan ên qulingên li kêleka golê de ye çirûskên te şirîkî ne weke hirbiya diya te tu li qeraxa golê rûniştiyî, çîpên te hilkirî ne çelp-çelpa avê ji reqsa piyên te derdora te mişt teyrîk di stuyê te de kinêrik tu bi avê dilîzî, tu zaroka avê yî çend kerî masî birayên te ne lêvên te şil porê te toprîhan dilê te di golê de girav çirûskên te weke pelên payizî li ser golê belavbûyî ez paleyê pêlên pehlewan ez etarê çirûskên çavên li ser avên golan... Ji pirtûka Mexzena Xwînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz