Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
tu neyê ez ê bimirim jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî jixwe tu jî pê dizanî di me gişan de heye mirineke kesidandî, gidîîîî gidî îcar jî tu bidîta vî canî wek zarokekî ger çavê wî ji kefa sabûnê bişewitiya jî ne xem bû êdî gulleyên bencxwarî li ser zikê wî wek girekî têrreke "Bûda"yî jê re çêkira jî... tu neyê ez ê bimirim jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî lê ger dîsa jî tu nexwazî ku stranan bixeyîdînî ji dilekî gurrî, tu nexwazî ku bi girî ve bikî ruhekî kurmî, tu nexwazî ku êvaran bicehemînî ji emrekî meliqî tu nexwazî ku tevnepîr konê xwe vedin li hembêzeke hedimî li îhtîmala nehatinê nefikire nebî nebî!!! tu neyê ez ê bimirim jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî lê ger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî, zivistanî henekên te wê ji min re bibin hirî qayîl im, bila bi hatina te ez bibim gayekî ku di xelayê de kêran qeşmeriyên xwe pêkirî bila ez bibim berbangeke şevlêherrimî û hechecîkekî sêrjêkirî... *Diêşiya, Rênas Jiyan, Belkî, 2013 **Li gor vê çapê hatiye serastkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz