Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji bo hemû jinên kurd û dinyayê bi van hingilan min çend zik zarok xwedî kirin, bi van destan min hesp av dan min dan kutan bi dehan bedl nivîn girêdan lê xistin bi sedan tenûr nan pê têrkirin şervan, baran, stran... Ez “Taybet” im biqasî ku defn nebim, ez “Taybet” im biqasî ku laşê min li kuçeyên Kurdistanê wek peykerekî goştî bê çikilandin, ez “Taybet” im biqasî ku bi bêhna cendekê xwe, hemû kûçikên bajêr ji ser hişê wan bibim ez “Taybet” im biqasî ku li Botan werim kuştin. min biskin hene, hinne hinne Lê Antîgone, Antîgone! gorreke nizm besî min e qet ne xem e ku tune be ez xwişka te me min û birê xwe di yek gorrê de defn bike min ne şîn e, ne Yasîn e min ne dua, ne azaye lê pepûkê Antîgone wan tu bi saxî binax kiribûyî gorr ne heqê te, heqê min e Anahîta Anahîta! kulmek ax, Anahîta! Ax axa te, xesp kirine ji bo mirinê jî bi dest nakeve ez qîza te meraq neke bi bêhna meytê xwe ez ê biqedîm zîro û zexeliyên ser axa te vezeliyame destê min di bin serê min de, kuçe dirêj, şev dirêj, mirin dirêj e ev çend şev in berf dibare ez “Taybet” im hêdî hêdî dinixumin ne bi axa reş, bi a spî defn dibim ez “Taybet” im! biqasî berfê taybet biqasî Xwedê taybet biqasî êşê taybet..."

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz