Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
“şev bû... bajarekî bêdeng û dev bû canê te bi girî re li hev bû” Ehmed Huseynî 1. wexta te lê dixist û diçûyî min dixwest ji kûrkûra dengê giriyê xwe stranekê ji te re çêkim û ji kûrkûra temama giriyê bajêr jî koroyekê çi bikim ez ne mûzikjenekî binamûs bûm ew bajarê tu jê direviya jî ji xwe ji koroyeke kezebşewat pêk nedihat nizanîbûn reşêşkên rondikan bibarandana di nav wan de min girêk li giriyê xwe xistibû kanî strana te jî ji melodiyên giriyan çêdibû bi ser neketim, bibore, çênebû çavên min birijin bê stran bimînim ku min tu bê stran şandî 2. wê wextê bi xezeb li vî bajarî ez bi efara evîna te ketim çiqas ken û maçên te hebûn min zû zû civandin ji bajêr nebêje çima çavên min bar nebû ku ji wan re bihêlim lê dîsa jî min hinek dil kirin sedeqa evîna xwe û te û min li bajêr belav kirin tu zanî pê bê çi bû bajar dîn bû û bi çolê ket çû û çû....

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz