Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
berxikên berdûş, zû ji dergûşên xwe dûr ketin di çardehsaliyên xwe de ji çekên çardeh derb çak hez kirin di bîst û çarsaliyên xwe de - hê tayekî spî neketibû porê wan mal şûr, talde cercûr, milk şikeft: û gor şikart hilbijartin birayên min wisa xweşik mirin, wisa tahmstran mirin hûn bibînin hûn dê ji kêfan bimirin ... heman ferxik, di azmûna şerê qiloçan de xwe selmandin bibûn beran mîmarên baranan gorên wan hatin vedan li navenda ewran simbêlê min îdam dibû, devê min tije viyolîn lawijên bi qasî şêraniya mewîjên babîlan min dinehwirand fırmêskan esman dimeyand fêris û firêz bi min re diîskiyan qebileyên qulingan, li ser serê min seansên firê dikirin qidûm nedima ku serê xwe hildim berberoyên reqas stûşikestî dibûn distewiyan mijangên te yên qereçî guliyên te yên qarmeçî qelbê te yê qesra qaçaxçiyan kanê? ... kanî... miçiqîn çavên te, mexzenên şeraba sor nêrîn bi nêrên vedixwim serxweş im qera min, qemera min, qedera min tu nizanî bi kabên çongên zarokên min bi qumarê dileyîzin wechê xwe bi gîsinên cot biqelêşim bê feyde ye ezbenî zebanî tu jî nizanî gunehê min heta gorê hezkirin katedral û camî bûne cangorî rûpişkirî ye pira selatê bi ya mala badê şeytan şehîd ketiye poem pelixî ye di bin simên hespên pêxwas de pêtal diperitîn di tariyê de rajena min erdhêj hildavê teqez terikandinek li pey e giliyên xwe li gulleyan dikim diya diyalogan delalê wext e keserên xwe yên te kesidandiye bibêje penguen li peravan baskvekirî duayên avê li ser min dixwînin ji micewherên mihacir gora beranan ava dikin yara li ser pûrta singa min diçêriya sûsika nazenîn, êdî deyne kokteyla xwe ya kulîlkan wext e ji berxikên berdûş re qesîdeyeke qedexe, ji piyanoyên miqedes lêdikeve hemû ba bimbekirî ne balinde kespik in bi eniya bilûran ve û her ku navê hestê keser be, şûrê me, jê re serberjêr e lewre, bêrî di navbera min û te de bedew e ...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz