Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
`ne tu çente çente! çente çî ye, çente ha çente.. li ser çentê te min xwîna xwe xistîye çevê xwe îcar tew tu bî hesab li cem te çentê te li cem te destên we her tim di hev de ez ji çenteyekî bêtir mişttir im bi te her tiştê te di dilê min de hundirê min çentê te.. windakirina min; li balafirgaha welatekî biyanî ji windakirina çente û cuzdanekî xerabtir serî digerîne li mirovî.. ne tu sî sî! sî çi ye, sî ha sî? li ser sîya te min xwîna xwe xistîye çavê xwe .. îcar tew tu bî hesab li cem te kengî tu derkevî derve siya te li pêşîya te wek kar-xezalan xwe çindik çindik li erdê dixe wek cewrikê ku çav li xwedîyê xwe bikeve xwe davêje nav lingên te .. mirov û siya xwe li hev nekin û hevdu kambax bikin jî her kes wî terk dike lê siya mirovî tu carî wî terk nake di dinyê de ji siyekê dilsoztir tu tişt tune sî tu carì hevalê xwe nahelê bî havînî, esirkî, ez siya çiyayekî dirêj dibim, têm (ber) lingên te yên bişengî `ne tu, bêhn bêhn! bêhn çî ye, bêhn ha bêhn? li ser bêhna te min xwîna xwe xistîye çavên xwe îcar tew tu bî hesab li cem te min di bêhnekê de ji te hez kiriye ne bêhna te be we bêhna min biçike ez te bêhn dikim heta ku firnikên min bişewitin ne wiha be hundirê min bi te mişt nabe ne wiha be ruhê te tev li ruhê min nabe piştî bazdaneke zor û dirêj bibihîze dengê bêhnstendina difna hespekî; "fiiirrrrrr! fiiiiirrrrrrr"! ez wek hespekî tî û betilî te bêhn dikim ... deşîfrasyona ji pirtûkê: Heb Hinarkê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz