"Delal, her du çavên min qesra te ne
Nav du çavên min cihê piyên te ne
Ditirsim tu xafil gav biavêjî û
Bi mijangê min biêşin piyên te"
jehra te
di her derê de geriya
ken
çûn
girî
xew
xweza
çav
av
û jîn
û evîn
û dawiya dawîn
te ez jehrxwarî kirim
ya bi sosret û qebehet
hew dikarim bê jehra te bijîm
tu çûyî
bê jehr mam
mirim.
*Çavkanî: Medya Civakî, ji ber wêneyê pirtûkê.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rênas Jiyan şiirlerine dön