Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e, ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e, ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e, min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir min ji te hez kir ez bûm yekî kafìr... / min ji te hez kir mirina ku gav û seat di bîra min de bû, û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir ji bîr kir, min dilê xwe li mirinê rehet kir, min çi xweş kir min ji te hez kir ez bûm yekî nemir... / min ji te hez kir fîlmê nû yê tarantîno kîjan bû messî çend gol avêtibû? barcelona dîsa şanpîyon bû îsal baran baş barîya bû, nebarîyabû "dîbê" li zadan xistibû giş hişk kiribû min ji te hez kir êdî min hew tiştek meraq kir... / min ji te hez kir çima hinekan ji bo malê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir? çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikir çima hinekan ji bo desthilatdarîya xwe her tişt qirr dikir? çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir, jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir? mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir? ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir ? min ji te hez kir êdî min hew ji tiştekî fam kir... / min ji te hez kir min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir min pê li ciyê herî şil kir min dilê xwe "bivvve" kir ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir min ûcaxê xwe kor kir, deriyê mala xwe mohr kir min ji te hez kir min ruhê xwe talan kir... / min ji te hez kir min karê xwe yê berê wenda kir min wek karekî nû dest bi te kir min bêrîka xwe birîn kir min mirina xwe har û dîn kir min xwedayê xwe kedî kir min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir min xwe ji jîyanê bi şîr vekir min ji te hez kir min xela li emrê xwe rakir... / min ji te hez kir çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kir min li hemberî bedewiya baranan serî rakir min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir min kenekî nû ji xwe re kirê kir min xwe di nav xelkê de nav-no kir min li benda te xwe spî kir, şîva xwe sar kir, xwîna xwe zilindar kir, min ji acîzi çîrçîrî kir, xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke hûrhûrî kir min ji te hez kir min mala xwe xera kir. *ji pirtûka "Dîn û Şîn"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz