Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
ango taştiya emir ango lîstina bi kêran heyecana pelandina devançeyan weke hêtên qîzan şûna jopên girtina xwepeşandanan sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan lîs e lêvên te, riha min cara ewil kur dike pizikên min serên xwe bera ber xwe didin ji fedîya te tu kuxika cixareya min a ewilî yî tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî tu lîse ya emre min î /(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran bi soz! bi dengê xwe yê nuh qalind bûye ez ê azan bidim navê te lîse, mekteba min çavên te) /… Ji pirtûka ‘’Mexzena Xwînê’’, Weşenên Belkî, 2003

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz