Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan

2 görüntülenme 0 beğeni
doza destê te dikin her di destê êvaran de destên min aciz im çavên te yên zeytûnî jî nîn in ku ji navikên wan ji xwe re tizbiyan çêkim her ku hatinên te li deverên dûr mexel tên li vir çûnên min diwerimin kolan li ber min vedizelin bi pey te dikevim tu li pey min... di keftûleftan û di mercên dijwar de jî di evînan de em çiqasî beza bûn tu jagûarake lêvrûjkirî bûyî ez ji jagûarekî por jolekirî lê niha evîn kul in... evîn dikulin.. roj bi roj gav û şekalên min dirizin diderizim roj bi roj gulîken te di kefên destên min de dihelin keçelî dibim.. wêneyekî te ku bi rasthatinekê bikeve destên min ku te ji hinekan bibihîzim hêdîka xwireke şêrîn bi keserên min dikeve dixwirînim dixwirînim lê tu hêz nikare evîna ku min bişemir hiştiye ji bîra min bibe hey ez wê stran û helbestê di hundirê xwe de şemamok digindirînim rojekê dibejim heye ku tu li min vegerî ji bo ku ji te fedîkar nebim û bixwînim mîna dêya zavê ku li pêşiya govendê lotikan li xwe dixe lotikan li xwe bikim digel vê zilamtiya xwe sê-çar dengan bilîlînim û hetka xwe bînim xelaya demê rabûye li ser tixûbê xortanî û kalaniya min di mehekê de salek car emrê xwe ji piçûktiya te dipirsim tu bi pîranî bidersivinî; "rojên te nexweş in, şevên te mirî lê tu destê sibeh û destê êvaran de şîrogermî dijî" diêşim girî digirî xwe dixwim..! ez ê rojekê bi bajêr jî bikim di xewn û xeyalan de tim ez mirî û tu jî kezebreşa min li ser meytê min hey digirî negirî.. tu meytê min dikujî hema di xewnan de devliken be qet nebe bila di xewnan de lûleyên diranên te bitîrêjin ma wê qiyamet rabe keservaniya te min kûrahiya zinarên dilekî evîndar de wer dike bila kefên te cihok bin di şevan de rêya xwe bi ser min bixin û dilgeşiyên te lat bin şivanên bêxew mane seriyekî li ser pal bidin ... doza destên te dikin her di destê êvaran de destên min... di qirrkirina evînan de evîndar im simbil im di şewata simbilên geniman de di qetliyama çivîkan de çivîk baskekî min şikestiye jî difirrim heta ku baskê xwe yê din jî dişikînim qitika hevalê min di sergirtina gundekî de ji serbazekî re bûye firavîn ma ez ê çawa bi baskê şikestî nefirrim û ezmên di xwînê de nehêlim! destê şoreşa te çima wiha li ber rûyê wê ye? xemgîn e xizan e diponije ma tu ji bo ku şoreşa xwe pêk bînî tu li benda şoreşekê dimînî pêk bîne şoreşa xwe mija kuj bikavilîne rûmet bi çarpîkan diçe wê bi firrê bixe şeveke sayî rûyê min qeremûşk dike bayekî xerbî li ezmên heyveke nûwelidî di devî de memik e tilî û di stêrkên şilfîtazî a ku mê ye min dibîne, şerm dike xwe bi ewrekî tenik dinixumîne di rêya axpînk de cemseyeke gunehker a leşkeran derbas dibe giran giran çavên xwe bi tilîyen xwe rijandî dilê xwe bi saxî dabeliandî yek ji gunehên wê; kuştina zarokekî ku xortanîya xwe ji çiyê re hildianî û ya mêrekî ku di mêraniyê de ji bilî ristemê zal`î nedidît layiqî hevaltiya xwe mêrxasiya tu fêrizî dixofim belkî werin çengên min bigirin û min jî bibin ziravê "ziravê" biqetînin sedem; stranhêvî û xezalhezkirinên min nizanim ne bes e ma hewce ye ku ez yek bi yek bi nav bikim wekî din hawirdor verşî nan birçî agir tarî kor im bi destên te çirûskan dipelînim ... û aciz im çavên te yên zeytûnî jî nîn in ku ji navikên wan ji xwe re tizbiyan çêkim..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rênas Jiyan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz