Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Vedigerim ser koça kujerîya xwe ya şûmî Kêferata tikakirinê ye li min diare Berê min her li wê sermestîyê ye Qufla hezar daxwazîyên min carekê bi dîtina te ye" Dema ku tu bajarekî ji jîyana xwe derxî Yek kêm dimîne tu Yek kêm dimîne ew Yek kêm dimîne çarînek û wê her yek kêm bimîne Yek Kêm Ez "û ev xunavîya bajarê bîyan bi we re dansa xwe ya şanazîyê dike? Pê dikeve asîmanê ku xwe bi çar qoran dibezîne" û reşayîya ku erdê evînê bi gurîna dengvedanekê li vegeran şerpeze û bêzar dike Destana dewranekê bi cilê gîyanekî kihêl li naverasta serdemekê Zûrînek li pê teqîneke kuştî li can û cesedê min disûrike û ez ew zarokê ku di çermê xwe de asê Lê di çemê te de bejin didim bi laşekî şivtîtazî û bi dengekî ji şewata rojê mayî Ax! Tu dibêjî qey hew li milkê xwe dibane toqa di stûyê me de li ber sermaya har bi kalekal Ji xwe ev ayet ne tiştekî pir nû ye lê ne kevn e jî guhên axê ne, ku wekî her car li senfonîya baranê mukir tê nixurîya her gavê ye ku rûpelên xwe têr dike ê ku dibêje ez Yezdanê axîreta axir û ê xwezayê Belê... tu çima nikarî bi vê lehîya li min? Qir dike qirdikê gorvedana gola xwe ji peşkên heram re û ji kuştinan re tê heşidandin dîmenekî dimilmilî û dilşolî di canê min re derbas dibe Ku çavên min bi daxwazên xalî, derbasî eywana fireh bibe stûnên derizokî ji timakarîya dîrokê re behsa çend gavên agirî ên Zerdeştî dike û dengvedana peşkên te yên ji werzeyên min diweşe li belengoşka hêtên rabirdûyên min dikeve û dikewidîne ji başîyan re hemî nebaşîyên ku beroşa kellêketî bi kefa demê re Ez im ê ku bi ser rêya xwe dikeve bi dilekî tîr û zirmirî û min bi kirasê şevê girt, bîna te jê dahat Min di guhên te de bangî xwe kir ê ku ji te mayî û kelogirî Yek Kêm Tu "Min vê sibehê di destê barîna berfê de, xemgînîya gulan dît." Dîsa roj bi dûrîya te dest pê dike çavên min li kîjan bîranînên te dikeve, nahewe Ku ez ji kîjan alîyî derbasî xewnên xwe bibim Hêla min a çepê wê çiqilê îluzîyonekê têxe destê alûsîya min a li ber şikandinê Di vî bajarî de tunebûna melodîyên te ji min re maye Dûrîya ku te li min kiriye derengîyê qet bi deman napîve çavên zarokekî ye di bombebarana bajarekî de li wê rastê hilawîstiye ji dûr ve rêkên zirav ên li ber qetandinê Bangî şikandina hundirê min dike û nifirên min li xwe kirî koçek ewr e, bi ser xemgînîyên min de dibare Heke destên xwe ji tilîyan re nehêlim bila dengê min bi nikilên çivîkan têr bike rûpelên bêdengîya te Hemû dilsozîyên min î li ber xelatîya bayên kenên te dikeve Êdî terxan dibe ji bagerên bîyan re û zû… diwestim Ez ê xwe çawa li hatina te bikim mêvan Wekî di peravên xwe de hilneyê û hûr bibe pêlên behran Bêyî te, bi hezaran kes li vî bajarî vegerîyan û ev çavên bîyan Koçberîya teyran Baran Bajar û barên carisîyan hildigire peyarê û qirş û qal Ax! ev çi bobelat e eyyy yar Tu yî, ew kêra ku di laşê min de çavên min wekî kelekekê binav dike di behrên xwe de Roj baş xweşikîya her tiştên ku li te vedigere bêyî van gotinan Ev korbûna ji destên te filitîye di himbêza gîyanê lewitî de wekî berbangên nestirî di destên me de kizirîye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz