Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"We li berîya dilê min, bezand hespên ewr-î-boz, çawa baranên we yê teriqî, ew ê nalên salan di rûpelan de bike rûbar?" Parzemînekê ji nermînîya pêyên bagerên westîyayî şop bi şop dijmêrim, Di deltaya gîyanên xwe yên ji otopsîyên koçberîya her cureyên ku ji dil hatiye weşandin û dilweşandin. Li wir ketineke derizokî me, bi ser xwe de dibarim qasî ku bi ser xwe de helbestvan Lê êdî Xwedê jî ji xwedatîya xwe aciz e Tu dizanî Ev der, sar e, sar Hûn ê ji wan bayên min çend nameyan ji gulîyên xwe yê êvarî re bihûnin tu yê ji hezê bifikirî ku ez ê tê de destên xwe dirêjî baxên te bikim Gulîyên te ye, di devê şevê re xwe berdaye bîra min Tu dizanî Ev der, sar e, sar çawa niqirîskên min ên ku di zarokatîya min de ji olanan re maye Tu yê gelek tiştan helbet di defa sînga min de asê bikî û tu yê kêm zêde gotinên ji devên stêrkan veqetîyayî ji min re bibêjî Lê asîman têra min nake Tu dizanî Ev der sar e, sar Ez xwedîtîyê li gerdûnê dikim Ax ku ji te be, baran çawa dîn nebe Demsalên min deyîndarê şevên te ne Dara dil e, di hêvîyê de şikestî dimîne çûyîna te yê her di bîra min de wekî kerîyên xezalan bi cizba çêrîna stêrkan bike Ji sermayê nepirse Ew her strana mirinê ye dibêje û bêrîkirinê dirêse Ez bi risteyên xwe mirîyê jinekê û jînê me ku di destên te de tî û bêwar Destên min belengazê destên te ne her êvar û di paxila xwe de valahîyê dijmêrim Warên min êdî bûye çîrokeke kevnar Tu dizanî Ev der, sar e, sar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz